Kesên di Komkujiya Roboskê de şehîd bûne, di meha 159’emîn de hatin bibîranîn.
Artêşa tirk di 28’ê Kanûna sala 2011’an de li gundê Roboskê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê welatî bombebaran kir.
Di bombebaranê de 19 jê zarok bi giştî 34 welatî şehîd bûn.
Bi ser komkujiyê re 159 meh derbas bûn.
Hewldana ji bo Roboskê Edalet ku her mehê di roja 28’an de tê lidarxistin, li Enqereyê daxuyanî da.
Metna daxuyaniyê ji hêla endamê Komeleya Mafên Mirovan Tanju Gunduzalp ve hate xwendin.
Tanju Gunduzalp, diyar kir ku bi ser komkujiyê re 13 sal derbas bûne û ew hêj li pey heqîqetê ne.
Gunduzalp got ku Roboskê ne komkujiya ewil a li ser vê xakê li dijî gelan tê kirin e:
“Ji bo ev tiştên qewimîn dîsa dubare nebin û aştî çêbibe, ji bo edalet û azadiyê divê necezakirin bi dawî bibe û berpirsyar hesabê bidin.
Erdnîgarî, qeder nîne. Divê hemû faîlên Komkujiya Roboskê bên darizandin.”



