Artêşa DYA’yê li Somalê êrişî çeteyên DAIŞ’ê kir û di encamê de hejmarek çete hatin kuştin.
Fermandariya DYA’yê ya Afrîkayê (AFRICOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku duh li Somalê di êrişeke esamanî ya hêzên wê de hejmareke çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniyê êriş bi hevkariya hikumeta Somaliyê hat kirin.
Hate diyarkirin ku ji ber êrîşê tu zirar li sivîlan nebû.
DYA’yê di Sibatê de êrişên esmanî li Somalê li dijî DAIŞ’ê pêk anîbûn.
Rayedaran gotibû serçeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin, lê ti agahiyên zêdetir nedabûn.



