Malbata Rêber Apo û girtiyên din îro bi boneya cejna remezanê çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn.
Piştî hevdîtinê Omer Ocalan li ser hesabê xwe çend peymên Rêber Apo ragihand.
Omer Ocalan di hesabê xwe yê facebookê de wiha nivîsî:
“Wek malbatên wan me îro ango 31’ê Adarê bi boneya Cejna Remezanê li Girava Îmraliyê serdana Birêz Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar kir.
Rêber Apo: Ez xwedîderketina gelê me ya li banga aştî û civaka demokratîk silav dikim
Di nav şert û mercên giring ên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê de Birêz Ocalan ev peyam bi raya giştî re parve kir:
“Gelê me di Newrozê de xwedî li Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê derket; ez wê seknê silav dikim.
Ez careke din Newroz û Cejna Remezanê ya gelê me pîroz dikim.”



