Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Wanê Ayten Kiran, li ser mafê hêviyê axivî.
Ayten Kiran da zanîn ku piştî banga sedsalê ya Rêber Abdullah Ocalan divê dewlet gavê bavêje û dibêje
Destpêkê divê mafê hêviyê bê dayin û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk bê. Divê şert û merc pêk bên ku pêvajoya aştiyê bê meşandin.
Banga dîrokî ya rêber Apo li her derê tê niqşakirin.
Di serî de gelê li Tirkiyê û Bakurê kurdistanê her kese li benda gav avêtina dewleta Tirke.
Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan a Wanê Ayten Kiran, peyama dîrokî ya rêber Apo û mafê hêviyê nirxand.
Ayten Kiran dibêje divê mafê hêviyê yê rêber Apo bê dayin û wiha domand:
Mirov seranserê jiyanê nikare girtî bimîne.
Mirovên 25 salan girtî dimînin divê ji mafê hêviyê fêdeyê bigirin, bigihêjin azadiya fîzîkî.
Yek ji sedemên ku Devlat Bahçelî anî ziman derbarê Birêz Abdullah Ocalan de bû.
Piştî hevdîtinan mafê hêviyê hatin ziman.
Bêguman em kêliyên van hevdîtinan nizanin lê em girîng dibînin.
Ev pêvajo bo Kurd û Tirkan girîng e. Ji ber vê divê bê kêmasî bê cih.
Ayten Kiran: Divê êdî dewlet gavekê bavêje
AYTEN KIRAN daxuyakirin ku şerta ewi berdana çekan a PKK’ê bû û PKK’ê li hember vê daxuyanî da û agirbest îlan kir.
Divê êdî dewlet gavekê bavêje.
Ger aştiya civakî bê xwestin divê bandora vê bê dîtin.
Gelê Kurd ji bo vê amade ye.
Ji bo vê divê gav bên avêtin.
Divê operasyon, polîtîkayên qeyûm bên rawestandin.
Ayten Kiran: Divê dewlet Bahçelî bibe şopdarê gotina mafê hêviyê
Ayten Kiran daxuyakirin ku divê hêviyê pêk bê û azadiya fîzîkî ya reber Abdullah Ocalan pêk bê û got:
Devlet Bahçelî mafê hêviyê li meclîsê aniye ziman.
Divê Dewlet Bahçelî jî bibe şopdarê gotina mafê hêviyê.
Her wiha pêwîste mafê hêviyê ji bo hemû girtiyên siyasî pêk bê.
Ji bo pêvajo baş bimeşe divê azadiya fîzîkî pêk bê.



