Îro salvegera 17’em a şehadeta hunermendê şoreşger Xelîl Dag e.
Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê Xelîl Dag bi bîr anî û got:
“Bi eşqa jiyanê û hevaltiya ku em ji heval Xelîl fêr bûn, heya avakirina jiyaneke azad bi Rêber Apo re, em ê her tim têbikoşin.”
17 sal di ser şehadeta hunermendê şoreşger Xelîl Dag re derbas bûn.
Di rojeke weke îro sala 2008’an de di kemîneke artêşa Tirk a dagirker de bi sê hevalên xwe re di şer de şehîd bû.
Xelîl Dag di damezirandina MED TV yekem televizyona Kurdî de cî git
Xelîl Dag di damezrandina Med TV de ku yekemîn televizyona Kurdî ya di sala 1994’an de li Ewropayê hatî avakirin de cih girt.
Di 1’ê Nîsana 1995’an de ji bo hevpeyvîna bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re weke alîkarê kameramanekî Elman ez çûm Rojhilata Navîn.
Dag dibêje:
Piştî vê bernameya ku bi Rêber Apo re karê min yê yekem ê watedar bû, min biryar da ku bimînim û pêş de herim.”
Xelîl Dag 6 fîlm gelek gotar û berhemên qala Kurdistanê û Gerîla dikin hişt
Xelîl Dag li pey xwe 6 fîlm, gelek gotar û berhemên ku behsa Kurdistanê û gerilayên Kurdistanê dikir hêla.
Di encama şerê ku di 1’ê Nîsana 2008’an de li Besta bi leşkerên dewleta Tirk a dagirker re derketi de Xelîl Dag bi sê hevalên xwe re tevlî karwanên şehîdan bû.
Xelîl Dag 1’ê Nîsana 2008 li gundê besta di şerê dijî leşkerên Tirk de şehîd bû
Xelîl Dag digot divê sînemaya Kurdî li çiyayan bê gerîn û ev fikir bi van gotinan tîne ziman:
“Ger gel bi hezaran zarokên xwe şandiye çiyayan, heya ku wek hunermend û şervanên wî gelî bimeşin û dilê wî gelî negirin, nikarin ji gelê xwe re sînema çêkin.”
Komîteya TEV-ÇAND’ê ya pkk’ê Xelîl Dag bi daxuyaniyekê bi bîr anî
Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê bi daxuyaniyekê Xelîl Dag (Halîl Ûysal) bi bîr anî û wiha got:
Xelîlê nivîskar, wênegir, sînemager, Xelîlê pêşeng, gerîla; Xelîlê Çiya; Dostê çiyayan; wekî navê xwe, dostê herî nêz û durust ê çiya bû.
Li bilindahiya çiyayan, bi salan kedeke bê navber da.
Bi enerjiyeke mezin û hezkirineke bêdawî, huner û şerê xwe meşand. Jiyana xwe ya tîrûtije, wekî mîrateyeke giranbuha ji me re hişt.
Ew qasî jî, ji rêwîtiyê û ji Bakur hez kir. Navê projeya wî ya dawî ‘Rêwiyên Çiyayê Araratê’ bû. Bi gerîlayan re derbasî Bakurê Welat bû û ber bi bilindahiyan ve çû. Ew wisa her bilind û bilind wê biçe.
Komîteya TEV-ÇAND’ê ya pkk’ê: Em ê rêwîtiya Xelîl Dag bidomînin
Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê dawiya daxuyaniya xwe got ku soz û erka me domandina rêwîtiya wî ye.
Wekî rêheval û şopdarên heval Xelîl, em ê têkoşîna wî dewam bikin û xeyalên wî pêk bînin.



