Saziya UNICEF’ê ya Zarokan a NY, têkildarÎ êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê daxuyanî da.
Li gorî UNICEF’ê, piştî destpêkirina êrîşên Îsraîlê li dijî Xezeyê, di nava 10 rojan de herî kêm 322 zarok hatin kuştin.
UNICEF’ê diyar kir ku piştî agirbest xira bû, ku di encama bombebaranan de 322 zarok jiyana xwe ji dest dane û 609 zarok jî birîndar bûne.
UNICEF’ê got, “Ev tê wê wateyê ku di nava deh rojan de rojê dora 100 zarok tên kuştin ango seqet dibin.
Piraniya van zarokan ji cih û warên xwe koçber bibûn û di kon û rewşên giran de dijiyan.”
Îsraîl di 18’ê Adarê de agirbesta ku di 19’ê Çileyê de di navbera xwe û Hamasê de pêk anîbû, xira kir û di tevahiya meha Adarê de operasyonên bejahî pêk anî û herêm bombebaran kir.
Seroka UNICEF’ê Catherine Russell got:
“Agirbest ji bo zarokên Xezeyê ewlehiyek ava kiribû.
Lê niha carek din zarok bi tundî û xizaniyê re rû bi rû ne.”
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ji roja ji nû ve destpêkirina êrîşan û vir ve li Xezeyê 1001 kes jiyana xwe ji dest dane.
Ji destpêka şer ve ku ji ber êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmeha 2023’yan a li dijî Îsraîlê rû da, hejmara giştî ya miriyan gihîşt 50 hezar 357 kesan.
Li gorî UNICEF’ê jî, ji vê hejmarê 15 hezar zarok in.



