Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di encama gulebarana Hêzên Îranê de, welatiyekî Kurd li Urmiyê hat kuştin.
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di roja 29’ê Adarê de li gundê Qişlaq yê ser bi bajarokê Terzîlu ya girêdayî Urmiyê, welatiyê Kurd yê bi navê Mihemed Hisên Zade di encama guleyên hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.
Her wiha hate eşkerekirin ku hêzên Îranê bi hinceta ku ‘kelûpelên qeçax’ li gel wî heye, wesayîta wî gulebarandin û Mihemed Hisên Zade jiyana xwe ji dest da.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di meha Sibata îsal de jî 3 welatiyên Kurd yên xelkê bajarokê Kueştî Loristan di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dabûn.



