Tevî kêmbûna karê mêşvaniyê li bajarê Til Birakê ji ber kêmbûna derfeta, cihên çêreyê û nebûna piştevaniyê, Xelef El Şiliş bi rêbazên kevneşop û teknîkên xwecihî mêşên hingiv tîmar dike.
Nêzîkî deh sal berê Xelef El Şiliş yê 54 salî, dest bi hilbirîna hingiv kiriye.
Di destpêkê de derfetên wî kêm bûn û kiwarên kevneşopî yên ku wî xwe bi destên xwe çêkiribûn bi kar tanîn.
Bi saya vîn û daxwaza xwe karîbû hêdî hêdî karê xwe bi pêş bixe û niha 20 kiwarên wî yên mêşên hingiv hene.
Li gorî El Şiliş yek ji kêşeyên herî girîng ên ku wî di van salên dawî de pê re rû bi rû maye, nebûna mêrg û cihê çêreyê li herêmê bû û got:
Ji bo çareserkirina vê kêşeyê min li baxçeyê mala xwe hin cureyên kulîlk û daran çandin, da ku xwarina guncaw ji mêşên hingiv re peyda bikim, wek kulîkên berberojê.
Tevî serkeftina wî di karê mêşvaniya kevneşopî de, El Şiliş dixwaze karsaziya xwe pêş bixe û hilbirîna xwe zêde bike.
Xelef El Şeleş bang li rayedarên pêwendîdar kir ku piştgiriya pêwîst bidin kesên ku karê mêşvaniyê dikin, ji wan re alavên pêwîst û rahênanên teknîkî peyda bkin.



