Dewleta Tirk ti gav ji bo mafê hêviyê ne avêtiye û tecrîda li dijî rêber Apo dewam dike.
Endamê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê û Hevserokê Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed El Neîmî anî ziman ku tecrîda li dijî rêber Apo sûcek herî mezine û divê rêbertî azad bibe.
Rêber Abdullah Ocalan di nava şert û mercên giran de li Îmraliyê girtî ye.
Heta niha jî tecrîd li dijî rêber Apo dewam dike û dewleta Tirk a dagirker ti gav ji bo mafê hêviyê ne avêtiye.
Derbarê mijarê de, Endamê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê û Hevserokê Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed El Neîmî axivî.
Mihemed Elî Neîmî da zanîn ku Mafê hêviyê mafek herî rewa ye di zagonên hiqûqî yên navdewletî de ye û got:
Lê belê dewleta Tirk a ku qaşo tevahî zagonên hiqûqî pêk tîne, ew bi xwe li dijî van zagonan derdikeve û mafê hêviyê li ser Rêbre Abdullah Ocalan qut kiriye.
Dema ku Rêber Apo derket bi armanca ku gelekî ji qirkirinê xilas bike û rêya rast nîşanî her kesî bide dest bi têkoşînê kir.
Revandina Rêber Apo sûcek herî mezin bû di zagonên mafê mirovan de.
Mihemed El Neîmî: Dewleta Tirk ti gav ji bo mafê hêviyê ne avêtiye
Mihemed El Neîmî di nav axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo ku dewleta Tirk xwe li hember van kiryarên qirêj sûcdar dernexe, cezayên disiplînî li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anî û wiha anî ziman:
Di nav zagonên hiqûqî yên dewleta Tirk bi xwe dibêjin dema kesê girtî 23 salên wî deqede, mafê hêviyê jê re tê xurtkirin.
Lê belê vê yekê pêk nayîne û ev 26 salên Rêber Apo di zindanê de ye û dewleta Tirk ti gav ji bo mafê hêviyê ne avêtiye.
Dewleta Tirk bi van kiryarên qirêj barê xwe giran dike ji ber ku mafê Rêber Apo ya azadiyê heye.
Pêwîste dewleta Tirk xwe sererast bike û li gor zagonên navnetwî tevbigere.
Mihemed El Neîmî: Divê CPT bi erka xwe ya mirovî raber û Rêber Apo azad bibe
Mihemed El Neîmî diyar kir ku Rêber Apo bi peyamekê cîhan hemû xist nav tevgerê, ji ber ku ew rêberê mirovahiyê ye û wiha bi dawî kir:
Bila êdî CPT bi erka xwe ya mirovî rabe û Rêber Apo azad bibe.
Di her zagonên hiqûqî û mirovî de girtina Rêber Apo sûceke lê belê kes ji van rêxistinên mafê mirovan dengê xwe nakin.
Em ji van rêxistinan re dibêjin ku êdî ji bêmafiya di derheqê Rêber Apo de tê kirin bes e.



