Li Silêmaniyê di danê sibehê de li beşek bazar û dikanan şewat derket.
Di saetên zû yên vê sibehê de li beşek bazar û dikanên mezadxaneya jorin a Silêmaniyê şewat derket.
Têkildarî mijarê Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir axivî û got:
Bi hewla tîmên Rêveberiya Parastina Şaristaniyê, tîmên beşa lezgîn a tenduristiyê, asayîş û polîsan, agir hate vemrandin û ziyanên canî çênebûn.
Heval Ebûbekir da zanîn ku têkildarî sedema şewatê, aliyên peywendîdar lêkolîn dan destpêkirin.



