Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervaneke xwe eşkere kir.
YPJ’ê diyar kir ku Şehîd Destan Rojhat Berxwedêra Bendava Tişrînê bû û got:
“Rêheval Destan bi heskirina xwe ya jiyanê hertim dibû morale hevalên xwe.
Ew di her keliya jiyanê de dibe xwedî kedekî bêhempa.”
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervana xwe berxwedêra Bendava Tişrînê Destan Rojhat eşkere kir.
YPJ’ê di kesayeta şervana xwe Destan Rojhat soz û peymana ku doza azadiyê gehandina serkeftinê nû kir.
Berxwedêra Bendava Tişrînê: Şehîd Destan Rojhat
YPJ’ê diyar kir ku şehîd Destan Rojhat, dema ku di enîyên herî pêş ên Bendava Tişrinê şer dikir, di di 8’ê Çileya 2025’an şehîd bû û got:
“Şervana me ya YPJ’ê Destan Rojhat di sala 2004’an de li Kobanî dayik dibe.
Ew di malbatekî welatparêz de mezin dibe. Malbata wê xwedi gelek şehid in.
Ji ber vê yeke Rêheval Destan bi destanên qehremaniyê mezin dibe. Ew bi van destanan dibe xwedî dilekî pak.
Li ser têşe girtina kesayeta Şehid Destan de Serhildana Qamişlo û berxwedana rumetê ya Kobanî bandorek mezin çêdike.
Di sala 2021’an de rêheval Destan tevlî YPJ’ê dibe.Di tevlîbûna rêheval Destan de şerê Serêkanî û girê spî bandoriyekî mezin avadike.”
YPJ’ê debarê kesayeta şehîd Destan de jî eşkere kir ku ew di her keliya jiyanê de dibe xwedî kedekî bêhempa.
Li gor daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û Paşnav: Derya Hecî
Nasnav: Destan Rojhat
Navê Dayîk: Necme
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: 08.01.2025/Bendava Tişrînê



