Rêveberiya Xweser a Şengalê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir di van rojên cejna çarşema serê salê de, 5 şervanên YBŞ’ê yên dîl girtî bên berdan.
Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê rewşa 5 şervanên YBŞ’ê ku di 18’ê Adarê de ji aliye artêşa Iraqê ve hatibûn girtin daxuyaniyek da.
Rêveberiya Xweser a Şengalê bal kişand ser têkoşîna hevpar a YBŞ’ê û artêşa Iraqê ya li dijî DAIŞ’ê.
Rêveberiyê ji Serokwezîr Sûdanî xwest ku di van rojên ku civaka Êzidî amadekariya Cejna Çarşema Serê Salê dike, 5 şervanên YBŞ’ê bêne berdan.
Rêveberiya Xweser xwest ev banga wan ji aliyê dewletê ve were bersivandin û got,
Baweriya me bi hewldanên we yên ku yekitiya Iraqê xurt dike tam e.
Em bawer dikin ku gavên we yên ku wê edaletê esas bigire, wê rûmeta hemû pêkhateyên Iraqê biparêze.”



