Kurdistanî û dostên wan li Almanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek lidarxistin, beşdarên meşê diyar kirin ku heta Rêber Apo serbest neyê berdan ewê her li qada bin.
Meş bi beşdariya tevgerên jin û ciwanan, partiyên siyasî û saziyên Kurdî li bajarê Dusseldorf hate lidarxistin.
Piştî meş veguherî mîtingê, li ser Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê Ayten Kaplan daxuyaniyek da.
Ayten Kaplan rojbûna 76’an ya Rêber Apo pîroz kir û got:
“Ji bo mezinkirina pêngava Rêbertiyê divê her kes di vê serdemê de hazir be û xebatê xwe xurt bike.
Emê her li qadên têkoşîn û berxwedanê bin.”



