Hêzên Asayîşê li bajarê Tebqayê, du kes bi sûcê diziyê girtin.
Têkildarî mijarê navenda ragihandin û çapemeniyê ya Hêzên Asayîşê daxuyaniyek da û got:
“Hêzên me , gelek giliyên diziyê ji xwedî dikanên bajarokê Mensûra yê rojavayê Tebqayê girtin.
Yekser hêzên me, dest bi kar û xebatên şopandinê kirin û guman li ser du kesan çêbûn.
Piştî teqezkirina agahiyan û tensîqa bi dozgeriya giştî re, ew kesan hatin girtin.”
Asayîşê diyar kir ku di dema lêpirsînê de ew her du kes li xwe mikur hatin û miqdarên perê mezin tevî telefonan li gel wan hat desteser kirin.
Hêzên Asayîşê da zanîn ku ew kesan tevî tiştên hatin desteserkirin, ji dozgeriya giştî re hatin şandin.
Her wiha ji bo tevgerên bi guman Asayîşê bang li wealtiyan kir ku navendên wan yên herî nêz agahdar bikin.



