Şandeyek jinan ji Nemsayê hat serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê.Ev şande cara yekemîn derbasî herêmê bûye.
Yekem serdana xwe jî li gel Kongra Star pêk anî. Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên diyar kir ku bi wan re li ser rêxistinkirina jinan, tecrube û destkeftyên Şoreşa jinan niqaşkirine û sîstema li herêmê pir wan bandor kir.
Vexwendnameya Komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk a ku Kongra Star a Rojava ji rêxistin û tevgerên jinan ên Rojhilata Navîn û giştî cîhanê re ava kir, rastî eleqeyeke mezin tê.
Ev vexwendname piştî ketina rejîma Baasê di 27’ê Mijdara 2024’an hat kirin.
Heta niha 9 şandeyên ji Îtalya, 2 ji Îngîltere, Kateloniya, Emerîka, Elmanya, Emerîkaya Latîn û Nemsayê hatine.
Ev şande ji dehan aktîvîst, nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr, siyasetmedar, hunermendan pêk tên.
Şandeyek ji Nemsayê serdana Kongra Star a Rojava kir
Di vê çarçoveyê de şandeyek ji Nemsayê ku ji akademîsen, rojnamevan, nivîskar û siyasetmedaran pêk tê cara yekemîn e derbasî Rojava dibe, yekemîn serdana xwe ji bo Kongra Star kir.
Di pêşwazîkirina şandeyê de, endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên, endama Rêveberiya Kongra Star a bajarê Qamişloyê Newroz Xelîl amade bûn.
Jiyan Hisên li ser pergala Kongra Star, xebatên 12 komîteyên wê her wiha ji şandeyê re behsa Şoreşa Jinan a li Rojava bi rengekî berfireh kir.
Ji mijarên ku bala şandeyê kişandine, Pergala Kongra Star, pergala hevserokatiyê, aboriya jin û têkoşîna YPJ’ê bû.
Her wiha di hevdîtinê de qala giringiya beşdariya jinan ji destûra nû ya Sûriyê hat kirin.
“Em ê tecrube û destkeftiyên şoreşa xwe bi her şandeyê re parve bikin”
Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên, têkildarî sedema hatina van şandeyan axivî.
Jiyan Hisên anî ziman ku ji bo sûdê ji tecrubeyên hev bigrin, wê her şandeyê pêşwazî bikin û destkeftiyên şoreşa xwe bi wan re parve bikin.



