Di tevahiya dîrokê de heta roja îro erdnîgariya Kurdistanê herdem buye şahidê êrişên hovane û komkujiyan.
Bi sed hezaran Kurd, Ermen, Asûr û Suryan ji hêla dewleta Osmanî û Tirk de hatin kuştin.
Heta niha jî şopên van komkujiyan jê neçûne.
Li gundekî Nisêbînê ya Mêrdînê bi sedan kilox û hestiyên mirovan hatin dîtin.
Di dirêjiya dîrokê de li Kurdistanê gelek komkujî hatin kirin. Di encama van êriş û komkujiyan de gelên qedîm yên li ser vê axê hatin qirkirin.
Bi taybetî di van sed salên dawiyê de Împaratoriya Osmanî û dewleta Tirk a qirker gelek komkujî li dijî gelê Kurd, Ermen, Rûm, Asûr û Suryanan pêk anîn.
Di navbera salên 1914’an heta 1940’î bi sed hezaran hatin kuştin.
Komkujiya 1915 ya li dijî Ermenan, komkujiya 1930 ya Geliyê Zîlan, komkujiya 1938 ya Dêrsimê tenê ji van çend hebin.
Di navbera salên 1914’an û 1920’an de jî nêzî 300 hezar Suryan ji hêla Osmaniyan ve hatin kuştin.
Di salên 1990’î de jî bi gurrbûna şerê rizgariya netewî ya Kurdistanê re li bakurê welat 5 hezar gund hatin valakirin û şewitandin û bi sed hezaran Kurd bi darê zorê hatin koçberkirin.
17 hezar kes jî hatin revandin û paşê jî hatin kuştin.
Hestiyên bi hezaran kesan di bîr, gorên komî û di bin malên tê de hatibûn kuştin, hatin veşartin.
Li gundê Arbo yê Nisêbînê bi sedan kirox û hestiyên mirovan hatin dîtin
Yek ji gundên komkujî lê hatibû kirin jî gundê Arbo yê bi ser Nisêbîn a Mêrdînê ye. Ev gund li quntara çiyayê Bagokê ye.
Ev gund ji dema Osmaniyan heta îro 3 caran hatiye valakirin û bi sedan kes hatin kuştin.
Di stargeha di bin Dêra Mor Dîmetê de bi sedan kilox û hestiyên mirovan derketin holê.
Cara ewil, Ajansa Mezopotamyayê ev dîmen kişandin û parve kirin.
Nehat zanîn ka ev hestî yên kîjan demê ne û yên kê ne.
Xelkê herêmê dibêje ku welatiyên ji ber komkujiyê reviyayîn xwe spartine vê derê û li vir bi komî hatine kuştin.
Tê diyarkirin ku piraniya hestiyan ên zarok û jinan e. Hin welatî dibêjin ku ev hestî yên kesên di Komkujiya Sêfo de hatine kuştin.



