Hefteyek berê li Myanmarê bi pileyên 7,7 û 6,4’ê erdhej çêbûn.
Her diçe hejamra qurbaniyan bilind dibe.
Hat ragihand ku vê gavê bêtirî 3 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniya dawî ya ji herêmê, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 3 hezar û 471 kesan.
Di heman demê de hat diyarkirin ku komên lêgerîn-rizgarkirinê ji bo 200 kesên tê gotin winda ne, xebatên xwe didomînin.



