6’ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin e.
Bi boneya vê rojê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê û Dem Partiyê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de hat gotin ku ji ber rojnamevanan li pey heqîqet û rastiyê her tim bûne hedefa êrişên dewleta Tirk.
Wek bîlanço jî hat diyarkirin ku li Tirkiyê di nava 5 salan de herî kêm 15 rojnamevan hatin kuştin.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya 6’ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin daxuyanî da û diyar kir ku di êrişên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di 5 salên dawî de 15 rojnamevan hatin kuştin
MKG: Di 10 salan de 12 rojnamevanên jin hatin kuştin
Her wekî Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) got ku ji berê heta niha rojnamevanên li pey rastiyê her tim bûne hedefa êrişan û da zanîn ku di 10 salên dawî de li seranserî cîhanê 12 rojnamevanên jin hatine kuştin.
DEM Partî: Rojnamevanên li pey heqîqetê nemir in
Li aliyê din Komîsyona Propaganda û Weşanê ya Çapemeniya DEM Partiyê jî bi boneya vê rojê daxuyanî da û got ku rojnamevanên ku heqîqetê derdixin holê, dibin hedefa pegalê.
Her wekî destnîşan kir ku ew ê parastina çapemeniya azad û mafê agahîgirtinê bidomînin.



