Artêşa Tirk a dagirker 13 caran bi balafirên şer, 693 caran bi çekên giran, top û obusan êrişî qadên gerîla kir.
Hêzên gerîla bersiva êrişan da û di encamê de mobesseyek hate îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parvekirin:
Roja 3, 4, 5 û 6’ê Nîsanê qadên Dêreşê, Yekmalê, herêma Garê, Qada Berxwedanê ya herêma Xakurkê, Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Dergelê, Bêşîlî yên herêma Metînayê, bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
4 û 5’ê Nîsanê Qadên Berxwedanê yên herêma Xakurkê, qadên herêma Garê, Qadên Berxwedanê yên herêma Metîna, Qadên Berxwedanê yên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, 693 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombebarankirin.
HPG ragihand ku gerîla bersiva êrişan da û 4’ê Nîsanê kamereyeke mobesse ku dagirkeran li herêma Xakurkê bi cih kirî, îmhakirin.



