Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan Sebah El-Xelîl, diyar kir ku peyama Rêber Apo a 27’ê Sibatê, motîvasyon û hêza herî mezin daye wan ku li hember zehmetiyên jiyanê têkoşîna xwe bidomînin.
Peyama Rêber Apo ya ji jinan û ciwanan re şandiye hêz û xebata wan zêdetir kir.
Endama Akademiya Zanistên Civakî a Rêber Abdullah Ocalan Sebah El-Xelîl , peyama Rêber Apo ji bo jinan şand nirxand.
Sebah El-Xelîl diyar kir ku banga Rûber Apo a ji bo ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di heman demê de ji bo jinan jî ‘ronesans’ e.
Sebah El-Xelîl anî ziman ku peyam ji bo gelên bindest hêviya aştî û demokrasiyê ye û wiha domand:
“Peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo jinan peyameke bilind e ku aştî, demokrasî û wekheviya zayendî vedihewîne.
Rêber Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe de bingeha şer, pevçûn û qeyranan, sedemên dijwarbûna wan analîz dike.
Dema analîz dike, çareseriyan jî datîne holê. Lê belê çareseriyên ku ew dibêje, ji ber ku li dijî berjewendiyên hêzên otoriter e, nayên pêkanîn.”
Sebah El Xelîl: Rêber Apo piştevanê herî mezin yê jinan e
Sebah El-Xelîl pêvajoya Sûriyê ya piştî rûxandina rejîma Baasê jî wiha vegot:
“HTŞ li dijî gelê Elewî yên li peravên Sûriyê dijîn êrîş û komkujiyan pêk tîne.
Ev hemû binpêkirina eşkere ya mafên mirovan qirkirineke hovane ya li dijî pêkhateyên heremê tê dîtin.
Ji ber vê yekê ger sîstem û rêberiyeke adil û demokratîk a ku maf û hebûna gelan diparêze neyê qebûlkirin, ev pêvajo wê hîn kûrtir bibe.
Divê gelên Sûriyê baweriya xwe bi projeya Netewa Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bînin û bi pêkanîna vê projeyê re edalet û wekheviyê pêk bînin.”
Sebah El-Xelîl diyar kir ku ew weke jinên Sûriyê û bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyama Abdullah Ocalan serbilind in û wiha bi dawî kir:
“Rêber Ocalan her tim piştevanê herî mezin ê jinê ye.
Li dijî sîstem û desthilatdariya serdest a mêr ku jinê dike kole, nasname û rola wê biçûk dixe.
Rêber Apo Peyam u hêz da me ku em bikaribin li hember zehmetiyên ku rê û têkoşîna jinê asteng dikin, tekoşîn û berxwedana xwe bidomînin.”



