Li Siwîsre û Frensayê çalakiyên Kurdistaniyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi israr dewam dike.
Beşdarên çalakiyan berxwedana Rêber Apo silav kirin û gotin:”Em ê bi hêz ji vê pêvajoya dîrokî derkevin.”
Li Cenevreyê çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî tê lidarxistin, di vê hefteyê de dewam kir.
Beşdarên vê hefteyê, şehîdên Newrozê û Hefteya Lehengiyê bibîrxistin û gotin:
“Heta Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û statuya Kurdistanê bê naskirin, wê têkoşîna me dewam bike.”
Li Fransayê koma toulousê nobeta azadiyê dewr girt
Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê jî Nobeta Azadiyê ku 12 sal tê lidarxistin, bi israr dewam kir.
Di hefteya 668’an de, koma 3 welatparêzên ku ji bajarê Toulous a Fransayê hatine, nobet dewr girtin.



