Desteya Enerjiyê ya kantona Tebqa dest bi xebatên sererastkirina stasyona kehrebeyê ya bajarê Curniyê kir.
Di 3 û 4’ê Çileyê de dewleta Tirk a dagirker stasyona Cirniye ya gundewarê Tebqa bombebaran kir û stasyon ji xizmetê derket.
Di encamê de stasyona sereke ya kehrebê wêran bû, kehrebe û av ji ser bajêr û 196 gundên girêdayî wê qût bûn.
Desteya Enerjiyê weke altarnatîf xeteke kehrebê ji bajarokê Ceiber kişand.
Ew xet di bajarê Mehmodlî û gundê El Huriyê re derbas dibe.
Lê dîsa dewleta Tirk di 9’ê Çileyê de stasyon kir armanc û xebatên tîmên awarte hatin astengkirin.
Desteya Enerjiyê jî weke çareyeke lezgîn ev pirsgirêk çareser kir.
Hevserokê Desteya Enerjiyê ya kantonê Macid El Ebdo dibêje:
“Zirara bi stasyonê bûye ji sedî 80 ye.
Lêçûna vê zirar nêzî milyonek û 500 hezar dolar e.”
El Ebdo diyar kir ku wan bi piştgiriya Desteya Enerjiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di destpêka Adarê de projeya jinûve sererastkirina stasyona kehrebê ya Curniyê da destpêkirin.
Macid El Ebdo di dawiyê ragihand ku wê di 10 rojên bê de stasyon bikeve xizmetê de.



