Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Parêzer Yûsûf Erdogan anî ziman ku li Tirkiyê girtiyên nexweş bi rengekî neqanûnî girtî têne hiştin û got:
“Divê pirsgirêka girtiyên nexweş bê çareserkirin.”
Rewşa girtiyên nexweş hîn jî di rojevê de ye.
Gelek girtiyên nexweş li gel rapora ‘nabe li girtîgehê bê hiştin’ jî li girtîgehan dîl têne girtin.
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Yûsûf Erdogan li ser rewşa girtiyên nexweş ji ajansa ANF’ê re axivî û got:
Di pêvajoya çareseriyê ya salên 2013-2015’an de rewşa girtiyên nexweş di rojevê de bû.
Meseleya girtiyên nexweş ji bo me parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên civakî yên sivîl û hiqûqnasan, her tim di rojevê de ye û divê bê çareserkirin.
Yûsûf Erdogan anî ziman ku rewşa psîkolojîk û fîzîkî ya girtîgehên Tirkiyê ji bo girtiyên nexweş guncaw nîne û wiha bi lêv kir:
Ev şert û mercên fîzîkî hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê derûnî ve dibin sedema nexweşiyan.
Meseleya girtiyên nexweş nabe ku bibe mijareke bazarê.
Di demekê de ku li ser pêvajoya aştî û danûstandinan axaftin tê kirin divê ev pirsgirêk tavilê çareser bibe.



