Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Cengîz Çîçek işaret bi gavên mecbûrî yên pêvajoyê kir.
Cengîz Çîçek diyar kir ku ji gavan a herî girîng bêguman azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e .
Her wekî sererastkirina şert û mercên wî yên kar e.
Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Cengîz Çîçek di hevdîtineke di ajansa ANF’ê de behsa gavên vê pêvajoyê kir.
Cengîz Çîçek di serî de behsa hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Erdogan kir û eşkere kir ku ev hevdîtin girîng bû.
Çîçek diyar kir ku li vê xakê niha du tecrûbeyên çareseriyê rû dan , ew jî Pêvajoya Osloyê û pêvajoya dawî ya Îmraliyê.
Herdu aliyan ji van herdu pêvajoyan gelek tişt berhev kirin. Ji xwe li pêş çavên civakê qewimî.
Cengîz Çîçek da zanîn ku ev hevdîtin û bûyerên piştî wê qewimîn mijareke din a nîqaşê ye;
Divê mirov wan cuda binirxînin. Mirov dikare bibêje, pêvajo ji aliyê wesf û giraniyê ve derbasî qonaxeke cuda bû.
Di vê mijarê de her yek ji me li gorî cihê ku lê ye dikare şîroveyan bike. Lê belê bi rengekî objektîf Erdogan xwe ji vî wêneyî vedigirt.
Dayina vî wêneyê nû, yanî hevdîtina bi heyeta me re nîşan da ku Birêz Erdogan jî wê bi rengekî cidî beşdarî vê pêvajoyê bibe.
Cengîz Çîçek: Gava destpêkê şert û mercên birêz Ocalan e
Çîçek destnîşan kir ku destpêkê divê şert û mercên tecrîdê yên Rêber Apo lê tê ragirtin bêne sererastkirin û got:
“Ji bo ev pêvajo biçe serî divê şert û mercên ku Birêz Abdullah Ocalan lê tê ragirtin bêne sererastkirin.
Dawiya dawî qala fesihkirina PKK’ê û çekdanîna PKK’ê tê kirin.
Qala wê yekê tê kirin ku pirsgirêka Kurd ji şer bê dûrxistin, ber bi zemîna hiqûqî û siyasî ve bê kişandin.
Di nava van gavan de bêguman a herî girîng û sereke pêkanîna şert û mercên azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e.”
Cengîz Çîçek: Divê muxalefet û partî hemû tevlî bibin
Cengîz Çîçek destnîşan kir ku di serî de CHP tevlîbûna partiyên muxalefetê li nava pêvajoyê gelekî girîng e û got:
“Bêguman heyetên me yên DEM Partiyê hevdîtin bi Partiya Gel a Komarê (CHP) û partiyên din re hevdîtin kir.
Hevdîtin erênî bûn. Lê belê bloka desthilatdariyê di nêzîkatiya çareseriya li vê pirsgirêkê de meseleyê tenê bi DEM Partiyê re bi sînor nehêle.



