Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya Cejna Serê Nîsanê ‘Çarşema Sor’ a civaka Êzidî peyamek weşand.
KCK’ê hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya demokrasî, azadî, aştî, xwişk û biratiyê li civaka Êzidî û got:
“Bersiva herî xurt a li hemberî qirkirinê, rêxistinbûna bi hişmendiya demokratîke û mayindekirina modela rêveberiya xweser bi avakirina civaka demokratîke.”
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê de ji bo cejina serê Nîsanê ‘Çarşema Sor’ peyamek da.
KCK’ê cejina Çarşema Sor a sala 2025’an a mîladî ya gelê me yê Êzidî li civaka Êzidî pîroz kir û got:
Ên ku vê rojê bi çanda Çarşema Serê Nîsanê pêşwazî dikin, hêvî dikin ku cejn ji bo gelên herêmê bibe wesîleya demokrasî, azadî, aştî, xwişk û biratiyê.
Bila ev cejn başiyê ji gelê Êzidî, Kurdan û tevahiya mirovahiyê re bîne.
KCK: Yekane rêya parastina hebûna Êzidiyan têkoşîna di nava yekîtiyê de ye
KCK’ê di peyama xwe de da zanîn ku îsal li Şengalê ji ber zexta dewleta Tirk gelê me yê Êzidî di bin êrîşên qirkirinê yên dewleta Iraqê de amadekariyê ji pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor re dike û wiha bi lêv kir:
Ji ber vê yekê gelê me yê Êzidî bi gefên gelekî cidî û metirsiya qirkirinê re rû bi rû ye.
Li hemberî êrîşên qirkirinê ji bo gelê Êzidî yekane rêya parastina hebûnê, misogerkirina civakîbûnê û rêxistiniya bi hişmendiya demokratîk û têkoşîna di nava yekîtiyê de ye.
Pêwîstî bi vê yekê heye ku Derwêşê Evdî û Edûleyên serdemê bêne afirandin, têkoşîn bi vî rengî were mezinkirin û Êzidî, Êzidatî bi ruhekî xurt bê parastin.
KCK: Cejina Çarşema Sor cejina vejînê ye
KCK’ê got, Cejna îmanê Çarşema Sor cejna vejînê ye, cejna afirandinê ye.
Dema heyî ew dem e ku Cejna Çarşema Sor li gorî ruh û baweriya xwe bibe wesîleya vejîn û afirîneriyên nû.
Em bang dikin ku van nirxên civakî li ser xeta welatparêziyê û bi hişmendiya Apoyî mezin bikin, rêxistiniya neteweya demokratîk û karê avakirina civaka demokratîk bidin destpêkirin.
Divê civaka Êzidî li hemberî noker û xayinan bi berpirsyar be û li ser xeta welatparêziyê tevbigere.
Oldarên Êzidî divê di vê mijarê de bi rola xwe ya pêşengiyê rabin.
KCK: Divê civaka Êzidî li hemberî hemû êrişan rêxistina xwe xurt bike
Di dawiyê de KCK’ê wiha anî ziman:
Em di wê baweriyê de ne ku Êzidî wê bi xurtkirina yekîtiya xwe ya navxweyî li hemberî êrîşên qirkirinê, zextên qirêj û şerê taybet, wê di têkoşînê de bi xurtî erk û wezîfeya xwe bi cih bîne.
Di şexsê Binevş, Xanê, Mam Zekî Şengalî, Dijwar Feqîr û Zerdeştan de em soza xwe dubare dikin ku doza Demokrasî û Azadiyê bi ser bixînin ku wan di oxira wê de canê xwe feda kirin.



