Wê îro her du şandeyên YNK’ê û PDK’ê bicivin û li ser avakirina hikûmeta nû ya Başûrê Kurdistanê biaxivin.
Ev civîn di demek de ye ku beriya niha şandeyên teknîkî yên her du aliyan gelek caran li ser avabûna hikûmetê civiyane.
Wê ev civîn li Hewlêrê pêk were.
Di rojên borî de Cîgirê Serokê Hikûmeta demborî ya Herêmê Qubad Talebanî ragihandibû ku gavên gelek baş hatine avêtin.
Her wekî eşkere kiribû ku wê hevdîtinên navbera YNK’ê û PDK’ê berdewam bin.
Talebanî gotibû ew ê di zûtirîn dem de wê bighên lihevkirina dawî.



