Êrişên Amerîkayê yên li dijî Husiyên li Yemenê ku Îran piştgiriya wan dike, dewam dikin. Di bombebarana duh ya li ser bendergehekê de 58 kes mirin.
Li gorî dezgehên ragihandinê yên Hûsiyan Amerîkayê êrîş bir ser bendergeha petrolê ya Ras Îsa ya li rojavayê Yemenê.
Qenala televîzyonê El-Mesire ya girêdayî Husiyan, di nûçeya xwe ya spartî rayedaran de diyar kir ku di êrişa Amerîka ya li ser bendera Ras Îsa de, hejmara miriyan derket 58’an û 126 kes jî birîndar bûn.
Fermandariya Navendî ya DYE’yê jî daxuyaniyek da û ragihand ku armanca van êrîşan têkbirina çavkaniya hêza aborî ya Hûsiyan e.
Li gorî ragihandina Husiyan piştî ku êrişên Amerîkayê yên li dijî Husiyan destpêkirine ev erişa herî dijwar buye.



