HPG’ê ragihand êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî gerîla bê navber didomin û da zanîn 629 caran qadên gerîla hatin bomebarankirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişan daxuyanî da û ragihand 15 û 17’ê Nîsanê Girê Bahar a herêma Zapê 2 caran bi balafirên şer hat bombebarankirin.
15, 16, 17 û 18’ê Nîsanê gelek qadên Garê, Zapê û Metînayê 627 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombebarankirin.
16 û 17’ê Nîsanê jî li ser Qadên Girê Bahar û Girê Cûdî liv û tevgera helîkopteran bê rawestan dewam kir.
HPG’ê diyar kir hêzên gerîla 17’ê Nîsanê wesayîta zirxî ya ku êrîşî çeperên gerîla ya li herêma Zapê dikir ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve hate îmhakirin.
https://anfkurdi.com/kurdistan/Erisen-dagirkeriye-be-navber-didomin-196579



