Di çarçoveya serdanên ji bo Sûriyê, du endamên Kongresa Amerîkayê gihaştin Şamê û bi serokê desthilata Şamê re Ehmed El Şeraa re hevdîtin pêk anîn.
Corey Mills û Marilyn Stutzman, du endamên Kongresa Amerîkî û endamên Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî, serdana Şamê kirin.
Corey Mills bi Ehmed El Şeraa re hevdîtineke 90 deqeyî kir.
Di hevdîtinê de mijara cezayên li ser Sûriyê û Îranê hat nîqaşkirin.
Biryar e îro Marilyn Stutzman bi Ehmed El Şeraa re bicive.
Ajansa Reuters jî raghand ku dema ji Stutzman re pirsa Amerîka cezayên li ser Sûriyê dewam dike hatkirin, Stutzman mînakên danûstandinên rêveberiya Trump bi serokên Îran û Koreya Bakur re anî ziman.
Her wiha diyar kir ku nabe ew ji axaftinê bi tu kesî re netirsin û got:
Em ê bibînin ku Sûriye çawa bi çekdarên biyanî re mijûl dibe û gelo ew ê karibe welat bi pirengiyê bi rêve bibe ya na.
Li vir fersendek heye û ev derfet tenê di jiyanê de carekê têne peyda kirin.
Ez naxwazim Sûriyê bixim destê Çînê û ne jî vegerînim destê Rûsya û Îranê.



