Rêveberiya Xweser bi peyamekê cejna Paskalyayê li gelê Xiristiyan pîroz kir û got:
“Em bi hêvî ne ku cejna vejînê ya Mesîh bibe rizgariya gelan ji zilm û koletiyê û hewldanên ji bo jiyana birûmet.”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna Paskalyayê peyamek weşand.
Di peyamê de got, em bi hêvî ne ku Xwedayê mezin bi xêr û xweşî vê cejnê li ser gelê me û hemû gelên cîhanê bi xêr û aştiyê vegerîne.
Rêveberiya Xweser da zanîn ku ew dixwazin ev cejna vejînê ya Mesîh bibe rizgariya gelan ji zilm û koletiyê û hewldanên ji bo jiyana birûmet, azadî û aştiya di nava hemû neteweyan de, nexasim Sûriyê û wiha anî ziman:
Em hewl didin ku welatekî nû li ser bingeha aştiyê ava bikin ku bibe serkeftin.
Her wiha avakirina aştiyeke li ser destûreke demokratîk ku hemû pêkhateyên Sûriyê li ser li hev kirine ku maf û xwestekên her kesî garantî bike.
Cejna Paskalyayê pîroz be.



