Revandin û kuştina sivîla li herêmên di bin serweriya desthilata Şamê dewam dike.
Li deverên cuda yên Sûriyê di nava 24 saetên dawîn de 6 kes hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li herêmên cuda yên Sûriyê de 6 kes hatine kuştin.
SOHR’ê der barê kuştina 6 kesan de agahî parve kirin û got:
Li nêzî bajarokê Necran ê Dêra Zorê cenazeyê kesekî 60 salî ku bi guleyan hatiye kuştin, li mezreyekê hatiye dîtin.
Li taxa Kerem Lewz a bajarê Humisê 2 çekdarên li ser motorsîklêtê bûn, gule li jinekê û keça wê reşandin û ew li pêşiya mala wan kuştin.
Hate zanîn ku ji ber teqîna bermahiyên şer li nêzî bendava Bradon a Laziqiyê 2 kes û li herêma Zehra ya Dêra Zorê kesekî din hatin kuştin.



