Ajansa Ewlekariya Niştîmanî ya Iraqê beriya çend rojan, bi belgeyekê beşdariya Enqerê di avakirina milîsên xwecihî de eşkere kir.
Çalakvan û endamên encûmena parêzgeha Nînowayê, têkildarî hebûna hêzên dewleta Tirk a dagirker li nav Iraq û Başûrê Kurdistanê axivîn û gotin: ”Divê hikûmet hebûna hêzên Tirk ya li nav Iraqê, bi dawî bike”.
Çalakvan Ebdulmelîk Ehmed destnîşan kir ku Tirkiye ji aramiya ewlehiyê ya li herêmê ne razî ye û di vê çarçoveyê de êrişên li ser Şengalê û hin deverên din jî didomîne û got:
Ev êriş binpêkirinek mezin a serweriya Iraqê ye û divê li hember van destwerdanan helwesteke cidî nîşan bidin.
Endamê Hevpeymaniya Kêmenetewên Iraqê Felah Xetabî hêvî kir ku hikûmeta Iraqê destwerdana nerênî ya Tirkiyê bi dawî bike û wiha bi lêv kir:
Avakirina baregeha Zîlkan bandoreke cidî li ser rewşa ewlehî û aborî dike.
Her wiha bombebarankirina deverên Herêma Başûrê Kurdistanê jî hewldana kontrolkirina van deverane.
Kesayetê diyar ê Deşta Nînowayê Şêx Qasim Mellah jî got:
Divê bi baldarî û hurgilî hebûna artêşa Tirk a li kampa Başîqa û Zîlkanê were şopandin.
Divê hikûmet li hemberî van hêzan û yên li pişt wan, tedbîrên pêwîst bigire.



