Sûc û kirinên li dijî mirovan li deverên di bin desthilata Şamê de didome.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li deverên cuda ên Sûriyê di nava 24 saetên dawîn de 7 kes hatin kuştin.
Li bajarê Maret Mesrîn ê Idlibê kesek ji ber teqîna mayînekê hat kuştin:
Li kampa Dêr Hesan ê bakurê Idlibê jî endamekê hêzên ewlehiya giştî ya desthilata Şamê li mala xwe ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.
Li gorî SOHR’ê:
Li gundê Diyabiyê yê Humisê komeke çekdar, rêveberê dibistana gund gulebaran kir û ew kuşt.
Hate zanîn ku hêzên desthilata Şamê bi ser gundê Muxtariyê yê Humisê de girt û ciwanek kuşt.
Li gundê Cenata yê Laziqiyê jî mêrekî hevjîn û kurê xwe kuşt û cenazeyên wan avêtin bîrekî.
Her wiha SOHR’ê got, li bejahiya El Bûkemal ê Dêra Zorê zarokekî ji bajarokê Yesûiyê ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.



