Şandeya DEM Partî îro çû Girava Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê şande vegeriya lê derbarê encamên hevdîtinê hê ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Şandeya DEM Partî ku ji Pervîn Bûldan û Parêzer Faîq Ozgur Erol pêk dihat beriya nîvro ji bajarê Stenbolê çûn Îmraliyê.
Şandeyê piştî ku Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn vegeriyan lê heta niha derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyanî nedaye.
Nehat zanîn bê ka şandeyê bi girtiyên din yên li Îmraliyê Omer Xeyrî Konar, Weysî Aktaş û Hamilî Yildirim re jî hevdîtin kirine a na.
Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya dîrokî a ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de kir şande cara ewil diçe Îmraliyê.
Şandeyê beriya banga dîrokî 28’ê Kanûna 2024’an, 22’yê Çileyê û 27’ê Sibata 2025’an sê caran serdana Îmraliyê kirin û bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn.
Herî dawî jî 31’ê Adarê biraziyê Rêber Apo û birayê wî Mihemed Ocalan bi boneya cejnê hevdîtina malbatî pêk anîbûn.
Heta niha jî tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike û destûra hevdîtina bi parêzer û malbatê re nayê dayîn.



