Piştî nîqaşên neyênî bi Trump re Zelenskî qala hevdîtinên agirbestê dike.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskîy got ku ew amade ne bi Rûsyayê re danûstandinan bikin da ku agirbestek bê şert û merc pêk bînin û şer bi dawî bibe.
Zelenskiy diyar kir ku dê sibê li Londonê ji bo agirbesta li Ukraynayê hevdîtin bên kirin û şandeyên Amerîka, Almanya, Fransa, Ukrayna û Îngilîstanê wê beşdarî civînê bibin.
Zelensky dibêje ku ew dixwazin Amerîka danûstandinan bidomîne, çimkî vekişîna Amerîka ji danûstandinan, windakirina hevkarekî stratejîk e.
Zelenskiy got ku alîkariya leşkerî ya Amerîkayê ji bo Ukraynayê, ya berê ye û heta niha ji bo pakêta alîkariyê ya nû bi Washingtonê re hevdîtin pêk neanîne.
Derbarê pêkanîna agirbesteke tam û bê şert û merc, Zelensky diyar kir ku eger Rûsya amade be, Ukrayna amade ye danûstandinan bike.



