Hevdîtina navbera Heyeta DEM Partiyê û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç destpê kir.
Di hevdîtinê de tê payin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û ‘mafê hêviyê’ bê nirxandin.
Hevdîtina navbera Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç li avahiya wezaretê destpê kir. Heyet ji Serokwekîlên Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Oztzurk Turkdogan pêk tê.
Tê payin ku di hevdîtinê de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, ‘mafê hêviyê’, rewşa girtiyên nexweş, qanûna înfazê, Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê bêne nirxandin.
Her wiha tê payin ku dosyayek li ser mijarên sereke yên bi pêvajoya banga Rêber Abdullah Ocalan re destpê kir, pêşkêşî Tûnç bê kirin.



