Li ser vexwendina Partiya Sor a Norwecê (Rodt), parêzerên Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî çûn Osloyê û li Parlamenta Norwecê axivîn û gotin:
”Banga rêber Apo girînge, divê civaka navneteweyî jî bi baldarî vê pêvajoyê bişopîne”.
Di Parlamentoyê de Parêzer Îbrahîm Bîlmez axivî û da zanîn ku pêvajoya ji dema girtina Rêber Apo û heta niha pergala Gîrtîgeha Îmraliyê bi piştevaniya hêzên navneteweyî hatine avakirin û got:
Îro ne tenê li hemberî Rêber Apo li seranaserê Kurdistanê polîtîkaya tecrîdê tê sepandin.
Rêber Apo peyama ‘Ez dikarim pêvajoyê ji zemîna şer bikşînim ser zemîna hiqûq û siyasetê’ daye.
Parêzer Cengîz Yureklî jî destnîşan kir ku banga Rêber Apo ya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ li her çar aliyên Kurdistanê û li Rojhilata Navîn deng vedaye û xwedî lê hatiye derketin û dibêje:
Divê civaka navneteweyî jî bi baldarî vê pêvajoyê bişopîne.
Parlamenterê Partiya Sor Bjornar Moxnes jî anî ziman ku ew bi baldarî pêvajoyê dişopînin û banga Rêber Apo girîng dibînin.
Parêzerên Rêber Apo wê di çarçoveya bernameyên xwe yên li Osloyê beşdarî hin çalakiyên din jî bibin.



