Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê “YNK’ê” Bafil Talebanî li gel Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li Hewlêrê civiya.
Di berdewamiya hevdîtinên Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ên li Herêma Kurdistanê de, îro Jean Noel Barrot li gel Serokê Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê “YNK’ê” Bafil Talebanî li Hewlêrê civiya.
Hêjayî gotinêye ku şeva borî, Jean Noel Barrot li Hewlêrê li gel Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed civiyabû.
Her wiha duh jî Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li gel Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê “PDK’ê” Mesûd Barzanî û Serokê demborî yê Herêmê Nêçîrvan Barzanî civiyabû.



