Cezaya hucreya yek kesî li girtiyê nexweş Huseyîn Surgeç yê ku li Girtîgeha Tekîrdagê de ye hat birîn.
Hate ragihandin ku sedema vî cezayî jî faksek e ku Surgeç xwest ji Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê re bişîne.
Li gorî agahiyan, nivîskarê girtî Surgeç ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi 11 rojan cezayê hucreyê hate cezakirin.
Hate ragihandin ku Surgeç di 10’ê Nîsanê li huncreya yek kesî hate bicihkirin û hemû mafên wî yên ragihandinê jê hate standin.
Bi hinceta dozeke di 15’ê Sibata 1999’an Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê bi rengekî bêhiqûqî wê demê cezayê muebetê li Surgeç hat birîn.
Di destpêkê Surgiç li Meletiyê ma û piştre jî bi dorê sirgûnî girtîgehên Çewlîg, Amed, Elbistan û Maltepe ya Stenbolê hate kirin.
Herî dawî beriya sê mehan sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yemîn a Tekîrdagê hatin kirin.
Romatîzma û nexweşiya dil û nexweşî di roviyê Surgiç jî heye û krîza dil jî derbas kir.
Surgeç di nava 26 salên girtîmayinê de pirtûkên bi navê ‘Dersim’in Gozyaslari’ û ‘Deli Ejma’ nivîsî.
Surgeç salên dûr û dirêj bi Veysî Aktaş re li heman girtîgehê mabû.
Veysî Aktaş diviyabû sala derbasbûyî bihata berdan, lê belê berdana wî salekê hate taloqkirin.



