Navenda Perwerdeyê ya Şedadê mamoste û şagirdên Dibistana Şehîd Ehmed El Hemed ku di şahiyekê de şano, stran û hunerên din pêşkêş kirin, xelat kirin.
Navenda Perwerdeyê ya bajarê Şedadî ya kantona Cizîrê, ji bo xelatkirina mamoste û şagirtan, li Dibistana Şehîd Ehmed El Hemed a gundê Edla şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de şagirtên dibistanê şano, stran û dîlan pêşkêş kirin.
Ji rêveberên Navenda Perwerdeyê Neda El Hilû got: “Serkeftina ku di dibistanê de bi dest ketiye ne encama hewlên takekesî ye, lê belê bi hewlên hevgirtî yên hemû kadroyên perwerdeyê pêk hatiye.”
Her wiha ji rêveberên Meclisa Şaredariya Şedadê Hesen El Muxalif axivî û xebatên mamoste, dê û bav û hemû kesên ku bûne sedema serkeftina pêvajoya perwerdeyê silav kirin û got: “Civak bi perwerdeyê bi pêş ve diçin û geş dibin.”
Di dawiya şahiyê de mamoste û şagirtên dibistanê hatin xelatkirin.



