Di çarçoveya amadekariyên Kongreya Jinên Sûriyeyê de, Meclisa Jinên Sûriyeyê civîneke berfireh li Til Birakê li dar xist.
Di çarçoveya amadekariyên berdewam ên ji bo lidarxistina “Kongreya Jinên Sûriyeyê” de Meclisa Jinên Sûriyeyê civîneke berfireh li bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê li dar xist.
Bi dehan jinên bajêr û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyan beşdarî civînê bûn.
Civîn li salona Meclisa Şaredariya Til Brakê hate lidarxistin. Endama Meclisa Jinên Sûriyeyê Meryem El Heyanî di civînê de li ser karê meclisê, rêziknameya wê û armancên wê yên giştî bi berfirehî axivî.
Endama Meclisa Jinên Sûriyeyê Erîfe Bekir jî li ser giringiya beşdarbûna jinan di proseya siyasî de axivî û got: “Bêalîkirin an jî dûrxistina jinan ji nivîsandina destûra Sûriyeyê nayê qebûlkirin.”
Her wiha Efîfe Bekir ji ajansa me re got: “Civîn di çarçoveya rêzecivînên amadekariyên Kongeya Jinên Sûriyeyê de hatiye lidarxistin.”



