Êrişên li dijî hêzên gerîla ku di rewşa agirbestê de ne bê navber didome.
HPG’ê ragihandin artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî 691 car qadên gerîla bombebaran kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirk û bersiva gerîla daxuyanî da.
HPG’ê diyar kir 22 û 23’ê Nîsanê herêmên Garê û Zapê 11 caran bi balafirên şer,
21, 22, 23 û 24’ê Nîsanê jî gelek qadên girêdayî Xakurkê, Garê, Metîna û Zapê 680 caran bi çekên giran, obus û topan hatin bombebarankirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin 19’ê Nîsanê Girê Bahar a Zapê derb li konteynireke dagirkeran hate xistin,
22’ê Nîsanê li Girê Amêdiyê ya Zapê sîstemeke kamera ya çavdêriyê hate îmhakirin,
dîsa heman rojê li Girê Çarçel yê Metînayê bi drona kamîkaze li dagirkeran hate xistin ku amadekariya êrişê dikirin û di encamê de dagirkerek hate kuştin, 2 dagirker jî birîndar bûn.
Her wiha li Girê Bahar yê Zapê derb li çepereke dagirkeran hate xistin.



