Hêzên Parastina Gel HPG’ê nasnameya gerîlayê xwe Argeş Hewraman eşkere kir.
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîla Argeş Hewraman di 22’yê Adara 2025’an de li herêma Xakurkê di encama qezayekê de şehîdan bûye û wiha dewam kir:
Hêvrêyê me Argeş li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Merîwanê ji dayîk bû.
Ji roja ewil a naskirina têkoşîna me ya azadiyê, bi ruhekî fedayî tevlî bû û ji bo ku hêrsa di dilê xwe de ya li hemberî dijmin di pratîkê de jî nîşan bide xwe ji erkên herî dijwar pêşniyar kir, hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi baldarî û cidîyeteke mezin bi cih anîn.
Bi saya van taybetmendiyên xwe hem di dilê gelê me de û hem jî di dilê hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî pîroz.
Hevrê Argeş ji ber hezkirin û dilsoziya xwe ya bêdawî yên ji bo xwezaya Kurdistanê li hemberî êrîşên dagirkeriyê weke milîtanekî Apoyî.
Şehadeta hevrêyê me Argeş ya zû û bêtalîh ku karî bi gelek taybetmendiyên weke duristî, sadebûn, dilnizmî, exlaqê paqij û gelek taybetmendiyên Apoyî yên pîroz di kasayeta xwe de temsîl bike, weke hevrêyên wî em gelekî xemgîn kirin.
HPG’ê dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Argeş Hewraman û hemû gelê Kurdistanê re xwest.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Argeş Hewraman
Nav paşnav: Îkbel Edwayî
Cihê jidayikbûnê: Merîwan
Navê dayikê: Ayşe
Navê bav: Muhiyeddîn
Dem û cihê şehadetê: 22’yê Adara 2025’an/ Herêma Xakurkê



