Navenda Ragihandinê ya YPG’ê şehîdên Qereçoxê bibîranî û diyar kir ew ê mîrateya şehîdan û destketiyên şoreşê biparêzin û lê xwedî derkevin.
Navendê bi boneya salvegera 8’an ya êrişa li ser Qereçoxê ku dewleta Tirk a dagirker pêk anî û di encamê de 20 şervan şehîd bûn, daxuyanî da.
YPG’ê diyar kir di demeke ku hêzên wan li dijî DAIŞ’ê li Reqa û Tepqayê şer dikirin ev êriş hat kirin û wiha hate gotin,
“Dewleta dagirker bi vê êrişê dixwest Şoreşa Rojava têk bibe.
Lê tevî êrişê jî, hêzên me di demeke kurt de desthilata tarî ya DAIŞ’ê hilweşandin.
Îro jî li ser mîrateya wan şehîdan em pêşengiyê ji avakirina Sûriyeya nû re dikin.”
YPG’ê destnîşan kir şehîdên Qereçoxê parazvanên welat û pêşengên modela nû ya civakî bûn û got,
“Erka me ye ku em mîrateya ku wan û destkeftiyên şoreşê biparêzin û li ser rêya wan bimeşin.”



