Rûsya ragihand ku di mijara şerê li Ûkraynayê de ew ji lihevkirinê re ‘amade’ ye.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov roja Pêncşemê ji kenaleke televîzyonê ya Amerîkayê re axivî.
Sergey Lavrov diyar kir ku Rûsya ji bo bidawîkirina şerê li Ûkraynayê ji bo lihevkirinê amade ye.
Di hevpeyvînê de ku li kenala CBS’ê hate weşandin, Lavrov bi bîr xist ku Serokê Amerîka Donald Trump ‘qala lihevkirinekê kiriye’ û got:
“Ew bi xwe jî ji lihevkirinekê re amade ne.
Lê belê hîn jî hin detay hene ku divê bêne nirxandin.
Lavrov her wiha destnîşan kir ku hin nîşan hene ku ew bi aliyê rast diçin.
Ev daxuyanî di demekê de hate kirin ku danûstandinên ji aliyê serokê DYE’yê ve tê meşandin ji ber mijara Qirimê aloz bûye.
Serokê Amerîkayê roja Pêncşemê bang li hempîşeyê xwe yê Rûsî, Vladîmîr Pûtîn kir ku bombardûmana li ser Ûkrayna rawestîne.
Rûsya li gel nîvgirava Qirmê dixwaze herêmên Donetsk, Lûhansk, Herson û Zaporîjjîa jê re bimîne ku ev yek ji sedî 15 ê axa Ûkrayna ye.



