Konferansa Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku bi salan e nîqaşên wê dihatin kirin, êdî sibe wê pêk were.
Sibe di saet 10’ê Sibeha de wê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li Parka Azadî ya Qamişloyê were lidarxistin.
Zêdetirî 400 kesî ji Rojava, Bakur, Başûrê Kurdistanê û gelek deverên Suriyê wê tevlî konferansê bibin.
Wê axaftina vekirinê ji aliyê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî ve were kirin.
Li gorî agahiyên komîteya amadekar, wê nûnerên tevahiya partiyên Kurd, rêxistinên jin û ciwanan, kesayet, rewşenbîr, hunermend û oldarên li Rojavayê Kurdistanê, kesayetên Kurd ên ji bajarên Şam, Heleb, Hema, Bab û Ezazê tevlî konferansê bibin.
Her wiha Ji Bakurê Kurdistanê jî wê şandeya DEM Partî, ji Başûrê Kurdistanê jî wê nûnerên partî û rêxistinan di konferansê de amade bin.
Ji Rojhilatê Kurdistanê, Başûr û derveyî welat jî peyamên partî û rêxistinên Kurd wê werin xwendin.
Di dawiya konferansê de wê encamname bi daxuyaniyekê ji raya giştî re were eşkerekirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ku ji bo konferansê hemû saziyên ragihandinê yên Kurdistanî û biyanî hatine vexwendin.
Li gorî komîteya amadekar, wê li ser navê zêdetirî 60 saziyên ragihandinê derdora 200 rojnamevan konferansê bişopînin.



