Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi peyamekê şehîd Argêş Hewraman ku di 22’yê Adarê de li herêma Xakurkê şehîd bûbû, bir bîr anî.
YRK’ê destpêkê sersaxî ji malbata şehîd Argeş Hewraman re xwest.
Di peyamê de YRK’ê da zanîn ku hevrêyê wan Argeş bi hestê ku ji roja ewil gerîlayan nas dike û heya dawiyê bi wî hestê jiya û got:
Şehîd Argeş di nava xebatên Rojhilatê Kurdistanê de xwedî wê kesayetê bû ku nêzî 10 salan kar û xebat da meşandin û di nava wan salan de di nav dilê her kesî de xwe bi cih kir.
Her wiha fikir û felsefeya Rêber Apo bê dûdilî ji bo her kesî belav kir.
YRK: Emê heta dawî şopdarê xeta şehîd Argeş Hewraman bin
YRK’ê diyar kir ku Şehîd Argeş xwedî wan taybetmendiyan bû ku fedekar û kedkar bû û di nav jiyanê de her tim dilnizim û mutewazî bû û wiha anî ziman:
Di nav refên me de keda bêhempa û hezkirina bêdawî ya li beranberî jiyana gerîla ya Şehîd Argeş Hewraman wê tu caran neyê jibîrkirin. Heta dawî em ê lê xwedî derkevin û jê re layiq bibin.
Heta dawî em ê şopdarê xeta şehîdên xwe bin û kesayetên bi vî rengî wê tu carî di nava refên me de neyên ji bîr kirin.



