Desthilata Şamê bi peyameke nivîskî bersiva 8 şertên DYA’yê ên ji bo rakirina cezayên qismî yên li ser Sûriyê da.
Desthilata Şamê diyar kir ku dê piraniya şertan pêk bîne, lê daxwaza dan û standinên bi DYA’yê re kir.
Reuters peyama desthilata Şamê weşandi û tê de hat gotin:
Desthilata Şamê komîteyek ji bo şopandina çalakiyên komên filistînî ava kiriye, dayîna erkên leşkerî ji bo kesên biyanî rawestandiye û soz daye ku nebe gef ji bo tu aliyan, di serî de jî Îsraîl.
Di peyamê de soz hatiye dayîn ku ofîseke pêwendiyan li Wezareta Karên Derve ya Şamê were avakirin ji bo şopandina dosyaya rojnamevanê Amerîkî yê winda Austin Tice.
Her wiha berfirehkirina hevkariyê bi Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî re.
Ji aliyê xwe ve jî, Washington niha bersiva desthiata Şamê dinirxîne bêyî ku helwesteke fermî nîşan bide.



