Heta niha jî sûcên ku rejîma berê ya Bai’sê kirine derdikevin holê.
Li gundewearê Humsê goreke komî ku termê 17 kesan tê de bûn hat dîtin.
Li nêzîkî gundê El Muxtariyê yê gundewarê bakurê Humsê gora komî hat dîtin.
Di vê gorê de cenazeyên 17 kesan tê de bûn.
Qurbanî bi kêran ji aliyê milîsên girêdayî rejîma Bais’ê ya berê ve hatine kuştin.
Navenda Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) got ku destên çekdarên Difa El Wetenî yên girêdayî rejîma Baisê ya berê di kuştina van sivîlan de heye, ku ew bi komî kuştine û di gorên komî de veşartin e.



