Bi boneya nêzbûna Cejna Karkeran a Cîhanê li kantona Tebqayê bi beşdariya dehan karkerên jin û mêr semînerek hat dayîn.
Rêxistinên Civaka Demokratîk li kantona Tebqayê, bi boneya nêzbûna Cejna Karkeran a Cîhanê (1’ê Gulanê) û bi diruşma “Rêwîtiya têkoşîneke ji Chicagoyê heta pirsgirêkên serdema dîjîtal” semînerek da.
Di semînera ku li hola Navenda Rêxistinên Civaka Demokratîk a Tebqayê hat lidarxistin de, karkerên Yekitiya Şaredariyên Tebqa, karkerên kehrebeya Tebqa, Desteya Jîngehê, Yekitiya Karker û Kedkaran û Desteya Aborî û Çandiniyê amade bûn.
Di semînerê de lêkolînerê Ebdullah El Ferec li ser avabûna têkoşîna karkeran axivî û got ev cejnê berhema wê têkoşînê ye. Her wiha El Ferec behsa rola kapîtalîzma global a di paşguhkirina xwestekên karkeran de kir û mafên karkeran ku di qanûna navneteweyî de heye şîrove kir.
Li kêlek wê behsa zehmetiyên pêşketina teknolojî û dîjîtal ferz kirine ku bû sedema sekinandina bi hezaran karkeran ji kar, kir û got divê karker jêhatiyên xwe xurt bikin ku bi pêşveçûna dîjîtal re hemaheng bin.
Hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk a Tebqayê Huda Ewan axivî û got: “Ev semîner di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê tên lidarxistin de, hat dayîn. Di semînerê de karkerên ji tevahî pisporiyan amade bûn.”
Huda wiha domand: “Têkildarî maf û erkên karkeran di semînerê de hatin nîqaşkirin. Armanc jî karker xwe bi pêş bixin, li ser maf û erkên xwe hişyar bin ku siberojeke baştir ji karkeran re were avakirin. Ji ber ku karker bingeha avakirin û pêşdeçûnê ne.”



